Şaredariya Mezin bi 4 konên fitarê dê xizmetê bide gel

Şaredariya Mezin a Amedê, dê di 4 cihên cuda yên bajar de konan vede û di dema meha Remezanê de roj bi roj ji 6 hezar û 500 kesî re fitarê pêşkêş bike.

Seroka Daîreya Xizmetên Civakî, Serap Yildirim, ragihand ku ji bo meha Remezanê amadekarî dest pê kirine û got, "Em dixwazin di meha Remezanê de li çar cihên cuda, li cihên qerebalix, xwarina germ bidin gelê xwe. Me dest bi karên xwe kiriye. Em ê xwarina fitarê, rojê ji 6 hezar û 500 kesî re û di 29 rojan de bi tevahî ji 188 hezar û 500 kesî bidin, fitar dê li Meydana Deriyê Çiyê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil, Parka Ben û Sen a navçeya Yenişehirê û Parka Mala Tenûrê ya li derûdora Bazara Penêrfiroşan a Baxlarê bê belavkirin. Herweha di menûyê me de dê çar cure xwarin hebin." 

Yildirimê got ku xwarinên îftarê dê bi awayekî pêçayî û li gorî rewşên tenduristiyê bên pêşkêşkirin. Yildirimê da zanîn ku wek Şaredariya Mezin wan hemû tedbîrên xwe girtine ji bo ku meha Remezanê bê pirsgirêk derbas bibe û got, "Em ê hewl bidin ku xwarinên ku dê ji aliyê Daîreya Karên Tenduristiyê ve bên kontrolkirin, bi awayekî paqij û hijyenik bigihînin gel. Em ê di mehê Remezanê de kontrolên xwe bikin. Daîreya Seroka Zabitan jî dê li konan tedbîrên ewlehiyê bigire." 

Yildirimê destnîşan kir ku, ji ber şert û mercên aborî yên zehmet wan daniye ber xwe ku di meha Remezanê de jî bi gelê xwe re hevgiriyê bikin û weha axivî, "Di xizmetên şaredariyê de, em ê sifreyên şaredariyê, di meha Remezanê de bi ruhê hevgiriyê vekin; em ê xwarina germ bigihînin gelê xwe. Em ê vê mehê bi gelê xwe re bi hevgirî derbas bikin."

Yildirimê got ku di hemû xizmetên ku bi navê şaredariyê tên kirin de dê bi awayekî hêja mirovî, wekhev piştgiriyê bidin gelê xwe. Bi vî awayî dê rêzikên alîkariyê yên ku ne li gorî rûmeta mirovan in çênebin.

Yildirimê diyar kir ku ew serîlêdanên ji bo piştgiriya civakî li ser dîjîtal qebûl dikin û weha pê d eçû, "Êdî hemwelatiyên me dê bêyî ku biçin avahiyên şaredariyê yan jî bêyî ku biçin beşên têkildar, dê bi tenê pêlkirina lînkekê karibin serîlêdana xwe bikin. Her kes dikare xwe bigihînê û serî lê bide. Em ê her yekê bi baldarî binirxînin û pêdiviya pêwist çi be diyar bike û bigihînin gel. Dema ku em ê serîlêdanên xwe binirxînin, dê lêkolîn bên kirin, dê lêkolîna hatinê bê dîtin û bi baldarî bê nirxandin."

Herwiha, Yildirim got ku ew ê pakêtên xwarinê bigihînin 4 hezar malbatan û weha dawî li gotina xwe anî, "Di serîlêdanên me de dê kartên piştgiriya civakî, pakêtên xwarinê û pakêtên piştgiriya nûhatiyan hebin. Armanca me ew e ku em pakêtên xwarinê bigihînin 4 hezar malbatan. Ji bo meha Remezanê jî hedefek me heye ku em van serîlêdanan bistînin û zû bi malbatan re bigihînin."

 

Image Gallery