Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê de li navçeyên Baxlar û Sûrê hevdîtina jinan û şahî li dar xist.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi sedema 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê bi lidarxistina çalakiyan berdewam e ku bi jinan re bicivin. Di çarçoveya çalakiyan de li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê Hevdîtina Jinan, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Lalabeyê jî şahî hat lidarxistin.
Çalakiya ku li Parka Koşuyoluyê hat lidarxistin, bi pêşkêşkirina kampanyaya "Gotina Me Neqediya, Em ê Bi Hev Re Şîddetê Rawestînin" dest pê kir ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîddeta li Jinan de hatibû destpêkirin û dê 1 sal bidome. Piştî wê sînevîzyona ku xebatên şaredariyê yên li ser jinan pêk anîn tê de cih digirtin hat nîşandan.
'Em ê hemû bi hev re bêjin şîddetê bisekine'
Koordînatora Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê Leyla Eleftoz Baran, ku li ser çalakiyê axivî, anî ziman ku çalakî xweş û bi coş derbas bû. Baran, ku destnîşan kir di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediya em ê bi hev re şîddetê rawestînin" de dê berdewamî bidin çalakiyan, weha axivî: "Em ê li her qadê bin û têkoşîna me ya li dijî şîddeta li ser jinan dê bidome. Em ê hemû bi hev re bêjin şîddetê bisekine."
Çalakî, piştî ku govend hat kişandin bi dawî bû.
Di şahiya 8'ê Adarê de ku li Navenda Jiyanê ya Jinan a Lalabeyê hat lidarxistin jî Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, endamên Meclisa Jinên Şaredariya Bajarê Mezin û gelek jin beşdar bûn. Di şahiyê de ku coş serdest bû, jinan bi lilîliyan re dest bi govendê kirin.
'Gihiştina xizmetên şaredariyê bo gundan girîng e'
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, ku li ser şahiya ku pêk anîn û xebatên ku Şaredariya Bajarê Mezin dimeşîne agahî da, tekez kir ku wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hêz û morala ku ji kampanyaya "Gotina me neqediya em ê bi hev re şîddetê rawestînin" digirin, destpêka 8'ê Adarê dan. Sumer, ku destnîşan kir ku bi coş ji bo çalakiyên 8'ê Adarê amade bûn, got: "Him wek Şaredariya Bajarê Mezin him jî wek şaredariyên navçeyan me bernameyeke gur amade kir. Lê ya herî girîng di bernameyan de, bi rastî jî anîna xizmetên şaredariyê yên ku demeke dirêj di pişt dîwarên girtî de bûn li jinan, li taxan, li taxên gundan e. Me çalakî di vê çarçoveyê de pêk anîn."
'Berdewamiya xebatên me dê were'
Sumer, ku anî ziman ku 6 Navendên Jiyanê yên Jinan ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin hene, got ku wan li 4 ji van navendan dest bi xebatê kirine û di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de şahî hatine lidarxistin. Sumer, ku diyar kir civîna bi jinan re li Navendên Jiyanê yên Jinan hêzeke mezin dide wan, wiha berdewam kir: "Em jin heta ku bi hev re bin ji bo ku em ji pirsgirêkên ku em li her qadê dijîn re bi hev re çareseriyê bibînin him em piştgiriyê didin hevdu him jî em daneyeke girîng pêşkêşî xebatên polîtîkayên jinê yên ku em ê di pêşerojê de pêk bînin dikin. Di vê wateyê de gelekî girîng e. Bi taybetî berdewamiya xebatên me yên ku em li dijî şîddeta li her qadê dimeşînin dê were."
Â