Lîstika şanoyê ya bi navê "Morî" hat pêşandan

Di çarçoveya çalakiyên ku Şaredariya Mezin a Amedê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê li dar xistî, lîstika şanoyê ya bi navê "Morî" hat pêşkêşkirin.

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo xurtkirina hevgirtina jinan û afirandina hişmendiyê, bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê, çalakiyên cûrbecûr li dar dixe.

Di çarçoveya van çalakiyan de, li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê, pêşandana lîstika şanoyê ya bi navê "Morî" hat kirin. Ev lîstik ji aliyê Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, Endamên Meclîsa Şaredariya Mezin û jinan ve hat temaşekirin.

Lîstika ku ji aliyê parêzer Ozge Samuk ve hatî zindîkirin, çîroka trajîkomîk a jinek ku ji ber kuştina bavê xwe di girtîgehê de ye, vedibêje.

Piştî lîstika şanoyê, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, gul pêşkêşî Ozge Samuk kir û ji bo hestiyariya ku nîşan daye spasiya wê kir.

Ozge Samuk, ku derbarê pêşkêşkirina lîstikê li Amedê de axivî, got ku li ser vexwendina Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê de bi lîstika xwe ya bi navê "Morî" derketiye ser dikê û diyar kir ku ew di nav kelecanê de ye ku çîrokeka herêma Amedê di saloneke ku aîdî şaredariyê ye de, bi Amediyan re parve dike.

'Ji bo me pir hêja ye'

Samuk, ku anî ziman ku karê wê yê esasî parêzerî ye, lê di heman demê de jî lîstikvaniya şanoyê jî dike, got: "Lîstina vê lîstikê li vir îro di çarçoveya 8'ê Adarê de û rastî bi jinan re lîstin, yanî bi jinên Sûrê an jî taxên din re, ji bo me pir hêja ye. Tişta ku me herî zêde dixwest, li ser dikê Şaredariya Mezin a Amedê ji bo jinan lîstin bû. Ji ber vê yekê îro ji bo me pir hêja ye. Ez hêvî dikim ku çîroka ku min îro got, digihîje cihê xwe û ji hinekên re dibe ronahî."

 

Image Gallery