Hevşaredaran bi gel re rojîya xwe vekir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li konê fitarê ya li Meydana Deriyê Çiyê xwarin belav kir û bi gel re rojîya xwe vekir.

Konên fitarê yên ku ji aliyê Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî ve li Meydana Deriyê Çiyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil (Wesayîta Mobîl), Parka Ben û Senê a li navçeya Yenîşehîrê û Parka Mala Tendûrê ya li navçeya Baxlarê vebûne, di roja yekemîn a meha Remezanê de ji aliyê gel ve bala mezin dîtine.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi hevşaredarên Baxlar, Yenîşehîr, Sûr û Kayapinarê re konê fitarê yê li Meydana Dergehê Çiyê ziyaret kir. Hevşaredaran xwarina fitarê ji welatîyan re belav kirin û piştre bi gel re rojîya xwe vekirin. Hevşaredaran bi welatîyan re sohbet kirin û xwestin ku meha Remezanê ya bimbarek bi xêr û bêr derbas bikin.

Di dema ziyaretê de, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, serokên beşan û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery