Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo parastina tenduristiya gel, ji destpêka meha Remezanê ve li 712 cihên kar kontrol kiriye. Â
Tîmên girêdayî Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, di meha Remezanê de li cihên wekî lokanta, xwaringeh, pastexane û kargehan, ku rasterast bi tenduristiya gel re têkildar in, kontrolên xwarinê pêk tînin. Â
Tîmên ku di çarçoveya Koordînasyona Kontrolkirina Xwarinê de perwerdehiyên wan hatine dayîn û karên xwe dimeşînin, di seranserê meha Remezanê de, bi taybetî li navenda bajêr û 17 navçeyan, kontrolên xwe didomînin. Â
Di çarçoveya kontrolên ku li 712 cihên kar hatin kirin de, tîman 80 kîlogram çaya qaçax a ku tarîxa wê ya bikaranînê derbas bûye, 452 lître şîr, 68 kîlogram berhemên ardî, 15 kîlogram goÅŸtê sor, 25 kîlogram goÅŸtê mirîşkan, 27 kîlogram berhemên bê etîket û 4 qutî hêk desteser kirine. Herwiha tîman, di kontrolên nanpêjxaneyan de, yên ku nanên kêm giranî dipêjin, tespît kirin. Tîman xwarinên desteserkirî tune kirin û li ser cihên kar prosedurên qanûnî sepandin. Â
"Em ê destûrê nedin kiryarên ku tenduristiya gel têk bidin" Â
Serokê Daîreya Tenduristiyê Vahap Saçakli, derbarê kontrolan de agahî da û diyar kir ku ew ê di mijara parastina tenduristiya gel û gihîştina xwarina ewle de ti tawîzê nedin û got: "Kontrolên me bê navber dê bidomin, em ê destûrê nedin ti kiryarên ku tenduristiya xelkê me têk bidin." Â
Tîm, di seranserê meha Remezanê de, bi awayekî hişk kontrolên xwarinê didomînin û li dijî rewşên ku tenduristiya gel tehdît dikin tedbîran digirin.
Â