Ji bo 10emîn Rojên Şanoyê yên Amedê ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve dê were lidarxistin, serîlêdanê dest pê kir.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî bi derxistina holê ya potansiyela çand û hunerê ya li bajêr, xelkê bi şano, muzîk û sînemayê re dihêle. 10emîn Rojên Şanoyê yên Amedê ku amadehiyên wan tên kirin, dê di bin banê Şanoya Bajarê Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) de di navbera 25 Nîsan-4 Gulanê de were lidarxistin.
Komên ku dixwazin beşdarî Rojên Şanoyê bibin, dikarin heta duşemê 31ê Adarê bi navnîşana e-maîlê amedsanofestival@gmail.com û hejmara telefonê 0412 502 90 18 serî lêdin.
Ji bo nirxandina komên ku serî lêdane, divê "Agahiyên kom, vîdeoya lîstikên ku ew ê bilîzin, materyalên dîtbarî û agahiyên teknîkî" jî heta Duşemê 31ê Adarê ji navnîşana amedsanofestival@gmail.com re were şandin.
Â