Hevşaredar Bucak: Divê hemû çalakiyên metirsîdar ên li Hewza Gola Bendava Dîcleyê bên rawestandin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, destpêka plana xwe ya çalakiyê ya derbarê metirsiyên avê de li navçeya Gêlê da. Hevseroka Şaredariya Mezin Serra Bucak, gazî kir ku hemû çalakiyên metirsîdar ên li dora Hewza Gola Bendava Dîcleyê ku ji bo milyonek û nîv kesî avê peyda dike, bên rawestandin.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalizasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo balê bikişîne ser metirsiyên li ser Hewza Avê ya Dîcleyê ku pêdiviyên avê yên bajar dabîn dike û tedbîrên lezgîn ên divê bên girtin, li Meydana Cumhuriyetê ya Gêlê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de, li gel Hevserokên Şaredariya Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên şaredariyên navçeyan, Odeya Bijîşkan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komîsyona Jîngehê ya Baroya Amedê, endamên rêveber ên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Meclisa Jinan a DTSO, Komîsyona Ekolojiyê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Ekolojiyê, Koma Bisîkleta Jinan, rêveberên bajêr yên DEM Partiyê û yên navçeya Êgilê, muxtarên Êgilê û welatiyên ku li navçeyê dijîn beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Hewza avê ya vexwarinê biparêzin, bi hêvî li pêşerojê binêrin" û pankartên ku balê dikişînin ser krîza avê hatin hilgirtin.

Hevşaredar Bucak: Em destpêka plana çalakiyê didin

Hevseroka Şaredariya Mezin Serra Bucak a ku di daxuyaniyê de axivî, destnîşan kir ku demeke dirêj e wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi DÎSKÎ û saziyên ku di vî warî de dixebitin re reşnivîsa plana çalakiyê amade kirine. Hevşaredar Bucak a ku got bi daxuyaniya han destpêka plana çalakiyê didin, wiha got: "Bi destpêka ku em dê îro bidin, em ê çarçoveyeke hevpar derxin holê da ku ev pêvajo bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl û hemû dînamîkên bajêr bibe plana çalakiyê. Em ji vir radigihînin hem xelkê Êgilê û hem jî raya giştî ku ev xebat dest pê kiriye."

'Divê çalakiyên li dora hewzê bên rawestandin'

Hevşaredar Bucak a ku bal kişand ser wê yekê ku Êgil navçeyeke girîng e, herwiha cihê ziyareta gorên pêxemberan e û av ji bo milyonek û nîv kesî peyda dike, wiha domand: "Em li bajarekî wisa dijîn ku dema em muslixê vekin, em dikarin avê di caman de tijî bikin û vexwin. Ev li Tirkiyeyê rewşeke ne gelek berbelav e. Ji ber vê yekê, hewza avê ya me ji bo me gelek hêja ye. Em neçar in ku em bi zanîna vê hêjayiyê û bi zanîna berdewamiyê nexşeya rêyê derxînin. Eger em plana çalakiyê dernexin, wê ava vexwarinê bi zehmetî bê paqijkirin. Ava me qirêj dibe, gola me ya Bendava Dîcleyê qirêj dibe, li vir roleke mezin dikeve ser milên me. Ev mijarek e ku ji bo Midûriyeta Bajarê ya Daristanan, DSÎ, qeymeqam, walî, muxtarên gundan û me gelek girîng e. Hewza avê ji çemên Dîcle, Êgil, Xizan û Erxeniyê pêk tê. Ev gaziya me ye ji şaredarên me û qeymeqaman re; li dora vê hewzê zêdetirî pêncî gund hene, divê çalakiyên li dora hewzê bên rawestandin. Em neçar in ku vê berpirsiyariyê parve bikin."

'Divê li Gêlê çalakiyên geştiyariyê neyêne kirin'

Hevşaredar Bucak a ku got ji ber krîza iqlîmê hişkesalî pêk tê û baran nabare, wiha axivî: "Gola me ya bendavê, hewza me ya avê, ne bêsînor e, em dixwazin soz bidin ku em bi vê daxuyaniya çapemeniyê re bi dînamîkên bajêr û welatiyan re dê plana çalakiyê bikin rastiyek. Êgil ne navçeyeke geştiyariyê ye, li herêma parastinê ya dereceyê yekem e, ji ber vê yekê, çalakiyên geştiyariyê nikarin li vir bên kirin, cihê kar nikarin bên vekirin. Em ê bi Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ re plana parastina hewzê gav bi gav bikin rastiyek. Eger em çalakiyên xwe yên jiyanê, çalakiyên xwe yên bazirganiyê sînordar nekin, em ê bi rastiya ku ava me qirêj dibe re rû bi rû bimînin."

'Hewza Dîcleyê sedî 93yê ava vexwarinê dabîn dike'

Endamê Meclisa Şaredariya Mezin a Amedê Hamza Onen ku daxuyaniya çapemeniyê ya der barê mijarê de xwend, destnîşan kir ku faktorên wekî guherîna iqlîmê, germbûna gerdûnî, hişkesalî, pîşesazîbûn, zêdebûna nifûsê û bajarvaniya bêplan ku salên dawî pêk hatine, her roj gihîştina ava paqij û vexwarinê zehmetir dikin. Onen diyar kir ku bi xebatên fedakar ên Şaredariya Mezin a Amedê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ, ew dikarin ava vexwarinê ya ku ji çavkaniyên avê yên heyî derketî, diparêzin da ku bi awayekî ji musluqê bê vexwarin û bigihîjin gel û got: "Di vê çarçoveyê de, em sedî 93 yê ava vexwarinê ya li navenda bajêr ji Gola Bendava Dîcleyê ya ku sala 2001an wekî 'Herêma Parastina Hewzê' hatiye îlankirin, peyda dikin. Ji bo parastina Hewza Gola Bendava Dîcleyê û çavkaniyên din ên ku em avê jê peyda dikin ji hemû cûreyên qirêjiyê, me heta niha xebatên cûrbicûr meşandin û em di vê xebatê de berdewam in. Îro, em ji herêmên parastinê yên Hewza Avê ya Vexwarinê ya ku nêzikî 32 kîlometre dûrî navenda bajêr a Amedê ye, ji we re diaxivin. Em ava vexwarinê ya navenda bajêr a Amedê û navçeyên Êgil û Erxeniyê ji vê hewzê peyda dikin. Yanî, em pêdiviyên avê yên nêzikî milyonek û nîv welatiyên xwe ji vê hewzê peyda dikin."

'Ava me tê qirêjkirin'

Onen amaje pê kir ku bi armanca parastina Hewza Gola Bendava Dîcleyê ji qirêjiyê û domandina kalîteya ava vexwarinê ya heyî, Plana Parastina Hewza Gola Bendava Dîcleyê ya ku sala 2021an di çarçoveya rêziknameya Wezareta Çandinî û Daristanan de dest pê kiriye, di 14'ê Tebaxê 2024an de ji aliyê wezaretê ve hatiye pejirandin û ketiye meriyetê. Onen got: "Mixabin; hewza me ya avê rastî mudaxeleyên ku dê avê lezgîn qirêj bikin, tê. Kar û barên bazirganiyê, çalakiyên geştiyariyê û sepandinên ku di nav herêma parastinê ya Hewza Gola Bendava Dîcleyê de ne, çalakiyên madenkariyê, çalakiyên çandinî û sewaldariyê, çalakiyên wekî pîknîk, geryan ku dibin sedema gera mirovan, faktorên wekî zibil û bermayiyên şil, avê qirêj dikin, bi awayekî cidî bandorê li kalîteya avê dikin."

'Li avê xwedî derkeve, paşeroja xwe biparêze'

Onen, ku destnîşan kir ku parastina avê ya ku tê bikaranîn û tê vexwarin û astengkirina qirêjbûna wê, berpirsiyariya bingehîn a her kesî ye, wiha got: "Di vê çarçoveyê de, em wekî Şaredariya Mezin dê di astengkirina her cûre mudaxeleya ku dê avê qirêj bike de, îsrara xwe bidomînin. Parastina çavkaniyên me yên avê, yanî hewza me, hesasiyeta me ya herî girîng e. Em li bendê ne ku di vê hewldana me de, di serî de şaredariyên li herêma hewzê û xelkê ku li vir dijîn, hemû beşdarên bajêr, hemû saziyên giştî yên têkildar û rayedariyên têkildar bibin bibin hevpar. Em dixwazin ku ji bo astengkirina qirêjbûna ava vexwarinê ya ku em hemû jê sûdê werdigirin, beşdarî van xebatan bibe û ev hişmendî bê xurtkirin. Û em gazî we beşdarên hêja dikin da ku hûn li Plana Parastina Hewza Gola Bendava Dîcleyê xwedî derkevin. Em naxwazin ava xwe ji marketan bikirin, em dixwazin ji musluqê vexwarin bidomînin. Ava ku em vedixwin biparêzin, qirêj nekin, lê xwedî derkevin. Xwedîderketina li avê, xwedîderketina pêşerojê ye. Li avê xwedî derkeve, paşeroja xwe biparêze!"

 

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31