Hevserokên Şaredariyê, Newroza gel pîroz kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Baglarê bûn û Newroza gel pîroz kirin.

Li Parka Newrozê ya li navçeya Baglarê, ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ve pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozkirinê de, bi Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun re, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û hemwelatî beşdar bûn.

Hevserok Bucak: Amed bajarê aştiyê ye

Hevserok Bucak û Hatun, derketin ser dikê û silav li gel kirin. Hevserok Bucak di bernameya axaftinê de, bi gotina 'hûn bi xêr hatin' ji beşdaran re got, "Ey gelê Amedê, Dayikên Aştiyê, jinên têkoşer; hûn baş dizanin ku bajarê Amedê bajarê aştiyê ye, bajarê wekheviyê ye, bajarê azadiyê ye, û bajarê hêviyê ye. Ev îrade, îradeya aştî, wekhevî û azadiyê ye. Ev îrade dê aştiyê bîne ji gelên Tirkiyeyê re. Em di pêvajoyeke girîng de ne. Ev pêvajoya civaka demokratîk a nû, berhema xebata we ye. Gelê me yê hêja, ez bi hezkirin we hemûyan hembêz dikim. Newroza we pîroz be."

Pîrozbahiya Newrozê, piştî axaftinan bi pêxistina agirê Newrozê dewam kir.

 

Image Gallery