Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di meha Remezanê de piştî nimêja Terawîhê li ber gelek mizgeftan şîranî pêşkêşî welatiyan kir.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, di meha Remezanê de ji bo zêdekirina têkiliyên bi gel re û guhdarîkirina daxwazên wan, bi çalakiyên curbecur bi welatiyan re têkilî danî. Yek ji van çalakiyan jî ew bû, li gelek deverên bajêr stand vekirin. Belavkirina şîraniyê ku di roja ewil a meha Remezanê de li ber Mizgefta Mezin dest pê kir, di seranserê Remezanê de li ber 21 mizgeftên bajêr berdewam kir.
Daxwaz û pêşniyarên welatiyan hatin guhdarîkirin
Herwiha di standên "Çareseriya li Cih" ên ku beriya nimêjê hatin vekirin de, daxwaz û pêşniyarên welatiyan hatin guhdarîkirin. Tîmên ku di standa vekirî de daxwaz û pêşniyarên welatiyan wergirtin, ji kesên ku ji nimêja Terawîhê derketin şîranî belav kirin.
'15 hezar şîranî li gel hat belavkirin'
Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş, derbarê xebatên ku di meha Remezanê de kirine de agahî da û diyar kir ku ew di meha Remezanê de di nava gel de ne û şirîkê şahiya Remezanê ya welatiyan in.
Guneş destnîşan kir ku di seranserê Remezanê de her şev hem şîranî pêşkêşî welatiyan kirine û hem jî bi tîmên Çareseriya li Cih daxwaz û pêşniyarên gel tomar kirine û wiha got: "Wekî Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber meha Remezanê piştî nimêja Terawîhê me 15 hezar şîranî li welatiyên xwe belav kirin. Di heman demê de me piştî belavkirina şîraniyê daxwaz û pêşniyarên welatiyên xwe jî wergirtin. Di vê wateyê de proje, daxwaz û rexneyên welatiyan ên derbarê şaredariya me de ji bo me pir hêja ne."
Â