Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Kader Uzun Madenkuyu, ku beşdarî rûniştina Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê bû, xwest ku kongre û organên YE’yê li dijî serlêdanên qeyûm gavên berbiçav bavêjin.
Rûniştinên yekem ên sala 2025’an ên Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (AK-YBYK) bi dawî bûn. Di roja dawî ya rûniştinan de, Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Endama Meclîsa Rêveberiya Herêmî ya Konseya Ewropayê Kader Uzun Madenkuyu, axaftinek li ser siyasetên jinan, serlêdanên qeyûm û demokrasiya herêmî û xwecihî kir. Madenkuyu bal kişand ser bangên çareseriya demokratîk û mayînde ya pirsgirêka kurd û diyar kir ku divê bang veguherin pêvajoyeke çareseriyê.
Tekezkirina beşdarî û nûnertiya wekhev
Madenkuyu bal kişand ser astengiyên ku jin di hemû qonaxên pêvajoyên çêkirina siyasetê de rû bi rû dimînin û diyar kir ku ev astengî bi mekanîzmayên wekî hevseroktî û nûnertiya wekhev, ku newekheviya zayendî ya civakî ji holê radikin, dikarin bên rakirin û bi vî awayî destkeftiyên jinan di siyaset û civakê de bên zêdekirin û beşdarî û nûnertiya wekhev a nasnameyên çand, bawerî û zayendî yên cuda di asta herî bilind de bêne misogerkirin.
‘Bi wekheviya zayenda civakî ve guherîn pêkan e’
Madenkuyu bal kişand ser wê yekê ku divê li dijî her cure tundiya li dijî jinan di siyasetê de jin di qada giştî û siyasî de bên xurtkirin û diyar kir ku bi pêkanîna wekheviya zayenda civakî ve guherîna civakî dikare pêk were. Madenkuyu wiha got: “Em tekez dikin ku sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan û serkeftina dawî ya civaka demokratîk wê bi rakirina astengiyên li pêşiya jinan pêk were.”
Reaksiyona li dijî sepandina qeyûman
Madenkuyu di berdewamiya axaftina xwe de behsa pêkanînên qeyûman kir û diyar kir ku ji sala 2016’an vir ve kesên ku ji bajarên ku kurd lê pir in hatine hilbijartin ji wezîfeyê hatine dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin. Madenkuyu diyar kir ku rêveberên herêmî bi hincetên xapînok hatine girtin û bi bîr xist ku bi bikaranîna rayeya OHAL KHK’yê li şûna 95 şaredarên ku di sala 2014’an de hatin hilbijartin û 48 şaredarên ku di sala 2019’an de hatin hilbijartin qeyûm hatine tayînkirin. Madenkuyu got, “Di sala 2024’an de jî li 10 şaredariyên me, di nav de Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Birêz Abdullah Zeydan jî heye, ku endamê vê kongreyê ye û 4 şaredariyên CHP’ê jî qeyûm hatine tayînkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê jî hat girtin.”
‘Qeyûmtî bûye serlêdaneke sîstematîk û kêfî’
Madenkuyu bal kişand ser wê yekê ku sepandina qeyûmî li dijî demokrasî, îradeya hilbijêran, hevserokatiyê û mîrateya çandî derbeyek e û tekez kir ku ji ber ku hem Konseya Ewropayê ku Tirkiye endamê wê yê damezrîner e û hem jî muxalefeta li Tirkiyeyê helwesteke cidî nîşan nedane, serlêdana qeyûm bûye serlêdaneke sîstematîk û kêfî.
‘Divê gavên berbiçav bên avêtin’
Madenkuyu bang li kongreyê û organên Konseya Ewropayê kir ku li gorî prensîbên damezrandina xwe berpirsiyariyê bigirin û xwest ku tedbîrên cidî û astengker bên girtin û li dijî serlêdanên navborî gavên berbiçav bên avêtin.