Şaredariya Bajarê Mezin ji bo Cejna Remezanê amade ye

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku gel Cejna Remezanê bê pirsgirêk derbas bike, amadekariyên xwe temam kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku welatî Cejna Remezanê di hawîrdoreke aram û ewle de derbas bikin, amadekariyên xwe temam kirin. Tîmên Serokatiya Daîreya Zabita, Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, Serokatiya Daîreya Veguhastinê û Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê, di dema Cejna Remezanê de wê li qadê bin.

Tedbîrên zabitayê wê bên girtin

Tîmên Serokatiya Daîreya Zabita, ligel tîmên zabitayê yên hemû şaredariyên navçeyan, beriya cejnê û di dema cejnê de wê li seranserê bajêr kontrolên xwe zêde bikin. Li seranserê bajêr wê li dijî madeyên teqemenî yên wekî patpat, fîşekên hewayî, maytap, torpîl û hwd. û li dijî berhemên ku li marketan dema bikaranîna wan bi dawî bûye, kontrolên tund bên kirin.

Di êvara arefe û serê sibê ya cejnê de wê li goristanên Dergê Mêrdînê, Şehitlik û Yenîkoy jî tedbîrên trafîk û zabitayê di asta herî bilind de bên girtin.

Kontrola li ser îmalatxaneyan

Tîmên Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, beriya cejnê wê li seranserê bajêr li hemû îmalatxaneyên ku çalak in, kontrolan bikin da ku di hawîrdoreke paqij û saxlem de hilberînê bikin.

Paqijiya hemû goristanên li navenda bajêr hat misogerkirin û ji bo serdana welatiyan hat amadekirin.

Tîmên paqijiyê wê li ser kar bin

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, ligel tîmên şaredariyên navçeyan, wê paqijiya hemû demarên sereke û navberê bike, ger hewce bike wê li damarên sereke yên navendî jî şûştinê bike. Tîmên ku li Kargehên Termînala Navbajaran a Diyarbekirê (DÎŞTÎ) û Otogara Navçeyan karên paqijkirin û şûştinê temam kirin, karên xwe li seranserê bajêr didomînin.

Paqijiya mizgeftan wê beriya cejnê bê temamkirin

Ji bo ku gel îbadeta xwe di hawîrdoreke paqij de bike, paqijiya hemû mizgeftên navendî, hem hundir û hem jî derve tê kirin. Xebatên paqijkirina mizgeftan wê beriya Cejna Remezanê bê temamkirin.

Otobûsên şaredariyê bêpere ye

Ji ber Cejna Remezanê wê 3 rojan otobusên veguhastina giştî yên Şaredariya Bajarê Mezin bêpere xizmetê bidin gel.

Di êvara arefe û serê sibê ya cejnê de wê ji mizgeftên mezin û navendî yên li gelek deverên bajêr otobus ji goristanan re bên rêkxistin. Welatiyên ku dixwazin biçin goristanan, wê bêpere ji wesayîtên veguhastina giştî sûd werbigirin.

Tîmên îtfaiyeyê wê di amadebaşiyê de bin

Tîmên Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê jî wê di dema cejnê de li dijî rewşên şewatê yên ku dikarin bên jiyîn 7/24 saetan li ser kar bin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30