Kursên bêpere yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo welatiyên ku dixwazin di warê çand û hunerê de xwe bi pêş ve bibin dane destpêkirin, didomin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî, ji bo kesên ku dixwazin di warê çand û hunerê de xwe bi pêş ve bibin, bernameyeke kursê ya tijî amade kiriye.
Kursên ku di qadeke berfireh de ji şanoyê heta muzîkê, ji sînemayê heta hunerên dîtbarî, ji perwerdeya zimên heta lîstikên gelêrî tên pêşkêşkirin, derfetê didin beşdaran ku jêhatîbûnên xwe kifş bikin û bi pêş ve bibin.
Hevdem hunermendên ji her temenî
Kursên ku li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê bi rêberiya perwerdekarên pispor bêpere tên lidarxistin, hunermendên ji her temenî li hev anîn.
Bernameya ku di gelek qadan de wekî hunerên sahneyê, resim, lîstikên gelêrî, sînema û zimên şansê perwerdeyê pêşkêş dike, armanc dike ku hem tevkariyê li pêşveçûna şexsî ya ferdan û hem jî li çanda civakî bike.
Midûrê Şaxa Pêşxistin û Parastina Zimên Tahir Baykuşak, derbarê xebatên kursê de agahî da û diyar kir ku li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê, di hemû qadên çand û hunerê yên ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî de ne de xizmeta kursê ya bêpere pêşkêş dikin.
‘Di gelek qadan de kurs tên dayîn’
Baykuşak behsa xizmetên ku tên pêşkêşkirin kir û wiha got: “Xizmetên ku em pêşkêş dikin di qada şanoyê de kursiyerên me yên şanoyê hene. Mamosteyên me hem di nav hefteyê û hem jî di dawiya hefteyê de xizmetê didin 35 xwendekaran. Di heman demê de yekîneya me ya sînemayê, di qada sînemayê de perwerdeyan dide welatiyên ku eleqeya wan bi sînemayê re heye û li ser rexneya fîlman disekine. Ligel vê, di qada muzîkê de di hemû beşên muzîkê de ji kemanê heta piyanoyê, ji piyanoyê heta erbaneyê di gelek qadan de kurs tên dayîn. Ev kursên me hem ji bo zarokan û hem jî ji bo mezinan in. Di heman demê de di beşa resimê de mamosteyên me yên resimê kursên resimê didin mezin û zarokan.”
‘Me vekirina kursên zimên girîng dît’
Baykuşak destnîşan kir ku ew giringiyê didin pirzimaniya bajêr û wiha got: “Midûriyeta Şaxa Pêşxistin û Parastina Zimên ku ez rêveberê wê me jî ji bo zimanên vî bajarî kursan vedike. Bi giştî li ser sê zimanan û du zaravayên wan, Kurmancî, Zazakî, Ermenî û Suryanî kurs tên dayîn. Wekî ku hûn jî dizanin her çend ku îro bikaranîna Ermenî û Suryanî pir kêm be jî ev ziman zimanên qedîm ên vî bajarî ne û ji ber ku em tekez dikin li ser pirzimaniya vî bajarî, me bi taybetî vekirina van kursan girîng dît. Di vê qadê de xizmeta ku em ê ji pirzimaniya û pirçandiya vî bajarî re bikin ji bo me bi qîmet e û em ê li vir bi pêşxistin û xurtkirina van xizmetên xwe hewl bidin ku bigihêjin welatiyên ku di vî bajarî de dijîn.”