Ji 3 hezar kesan re pereyên piştgiriya civakî hatin dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Remezanê 3 hezar TL dan kartên piştgiriya civakî yên 3 hezar kesên hewcedar.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo piştgirîkirina welatiyên ku di warê aborî de zehmetiyan dikişînin xizmeta karta piştgiriya civakî dide. Di çarçoveya xebatan de, ji bo welatiyên ku hewcedariya wan bi piştgiriyê heye, sîstema serlêdana serhêl hat vekirin. Di encama nirxandinan de, ji 3 hezar kesên ku bi rêya sîstema serlêdana serhêl daxwaza piştgiriya civakî kirine re karta piştgiriya civakî hat dayîn. Piştgiriyên ku dê her 3 mehan carekê 3 hezar TL bên dayîn, beriya Cejna Remezanê li hesabên hewcedaran hatin razandin.

Dê ji bo 10 hezar kesan bên amadekirin

Ji aliyê din ve, tê plankirin ku kartên piştgiriya civakî yên ku di qonaxa ewil de ji bo 3 hezar kesên ku pêşî li wan hatiye dayîn hatine amadekirin, di nava salê de ji bo 10 hezar kesan bên amadekirin. Pereyên kartên piştgiriya civakî dê her 3 mehan carekê bi awayekî rêkûpêk bên dayîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30