Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Belgeya ISO 50001 werdigire

Avahiyên xizmetê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di Pergala Rêveberiya Enerjiyê ya ISO 50001 de cih bigirin.

Bi xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Enerjiya Nûjen û Rêveberiya Enerjiyê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ve tên meşandin, avahiya xizmeta sereke, navenda kongreya çandî, otogar û avahiyên kampusa Sumerparkê yên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de xizmetê didin û qada wan a girtî ji 10 hezar metrekareyan zêdetir e, dê di Pergala Rêveberiya Enerjiyê ya ISO 50001 de cih bigirin. Di vê çarçoveyê de, ji aliyê pisporên Serkeftina Enerjiyê û Rêveberiyê ve perwerde li xebatkarên teknîkî û rêveberan hat dayîn û xebatên etûdê yên hemû van avahiyan hatin kirin.

Ji sedî 30 teserûfa enerjiyê

Bi projeyê tê armanckirin ku bi bikaranîna bi bandor a enerjiyê di avahiyên şaredariyê de, pêşîgirtina windabûna enerjiyê û hilberîna enerjiyê ji çavkaniyên nûjen were kirin û ji sedî 30 teserûfa enerjiyê were bidestxistin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30