Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî civîna Meclisa Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) bûn. Civîn bi rojeva "hilbijartina wekîltiya şaredariyê" li bajarê Enqereyê di otelekê de hate lidarxistin.
Meclisa TBB'ê piştî biryara Wezareta Karên Hundir ya derbarê Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de hate pêkanîn. Bi tevahî hevşaredarên bajarên mezin û endamên meclîsê beşdarî civînê bûn.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar, û Alîkarê Serokê 1'emîn ê Meclîsê, Serokatiya Civînê kir. Hediye Sayiner, Hevşaredarê Muradiyeyê û Orhun Çakir, Endamê Meclîsa Bajarê Mezin ê Mêrsînê, weke katibên civînê cih girtin.
Di civînê de, du kes ji bo cîgiriya serokatiya meclise hatin pêşniyarkirin: Zeydan Karalar (Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê) û Ahmet Metîn Genç (Şaredarê Bajarê Mezin ê Trabzonê). Ji ber namzediya Karalar, Ahmet Akin ê Şaredarê Bajarê Mezin ê Balikesîrê, Serokatiya Civînê kir.
Piştî axaftinên cuda cuda, hilbijartina Cihgirê Serokê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê didome.
Â