Şaredarî, xwendekaran û dîroka bajêr digihîne hev

Bi rêwîtiyên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê organîze dike, xwendekarên navçeyan li cihên dîrokî yên navenda bajêr; xwendekarên navenda bajêr jî bi mîrasa çandî ya navçeyan re tên cem hev û fersenda geştûguzarê dibînin.

Di çarçoveya bernameya ku Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi hevkariya şaredariyên navçeyan ji bo xwendekarên di navbera 9-14 salî de nirxên dîrokî û çandî nas bikin organîze kiriye de, zarokên ji navçeyên Lîce û Hênê hatin, li herêmên dîrokî yên navçeya Êgilê geriyan.

Xwendekarên ku bi otobusên Şaredariya Bajarê Mezin û bi pêşengiya mamosteyên xwe ji navçeyên Lîce û Hênê hatin girtin, ewilî li navenda bajarê Amedê taştê kirin. Piştre xwendekar bi pêşengiya rehberan li navçeya Êgilê qadên ziyaretê geriyan. Girîngî û dîroka navçeyê ji aliyê rehber ve ji xwendekaran re hat vegotin.

Gera bi keştiyê hat kirin

Piştre xwendekarên ku bi keştiyê geriyan, ji bo kêliyên xwe yên jibîrnekir wêneyên bîranînê kişandin. Ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan ve di dema gerê de çanta ku tê de t-shirt, kumik, ava fêkiyan û av hebû wek diyarî hat dayîn. Çalakî piştî xwarinê ku ji zarokan re hat dayîn bi dawî bû.

Gera nasandina bajêr

Midûriyeta Şaxa Turîzmê ya Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî jî di çarçoveya Projeya Gera Mîrasa Çandî ya ku bi têgihîştina “Mîrasa ku nayê naskirin û qedrê wê nayê zanîn nayê parastin” hatiye destpêkirin de, ji bo xwendekarên Dibistana Seretayî ya Silvan Bayrambaşiyê gera nasandina bajêr organîze kir.

Di gerê de Keleha Navîn, Muzeya Arkeolojiyê, Hz. Silêman, Mizgefta Mezin, Dêra Surp Giragos, Muzeya Bajêr a Cemîl Paşa û Mala Dengbêjan hatin ziyaretkirin û der barê dîrok û avahiyên bajêr de agahî ji xwendekaran re hat dayîn.

Ger dê berdewam bikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi bernameya ku navçeyên Sûr, Çinar, Pîran, Êgil, Lîce, Pasûr, Farqîn, Çungûş, Hezro, Çermûg, Karaz, Erganî û Hênê dihewîne, heta dawiya meha gulanê dê gerên xwe bidomîne da ku zarokên dibistanên gundên dûr bi dîroka navenda bajêr re; xwendekarên navçeyên navendî jî bi mîrasa çandî ya navçeyan re bên cem hev.

 

Image Gallery