15emîn Şahiya Şanoya Nav Lîseyan dest pê dike
15emîn Şahiya Şanoya Nav Lîseyan ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin ve tête lidarxistin 14ê Gulanê roja Şemîyê dest pê dike.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û çandî, bi mebesta şanogerên ciwan bigihîne û şanoyeke xweşik derxe pêş şanohezan xebatên xwe didomîne.
Şahiya Şanoya Nav Lîseyan bo cara 15ê tête lidarxistin û şahî di navbera 14-21ê Gulanê de dê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêve biçe. 7 lîse dê beşdarî şahiyê bibin û bername dê bê pere bêne lidarxistin.
