Park tên sererastkirin

Bi germbûna hewayê re Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li parkên ku welatî ji bo bêhna xwe lê vedin û wexteke xweş lê biborînin bi kar tînin, giya çinîn, kêmasiyên ronahiyê sererast kirin, kursiyên şikestî û kevirên kewarê tamîr kirin.

Rêveberiya Park û Baxçeyan ji bo ku welatiyan beriya mehên havînê bê pirsgirêk parkan bi kar bînin ji bo kêmasiyên ku tespît kirine ji holê rabike, xebatên binesaziyê û avahîsaziyê dane destpêkirin.

Li Parka 75 a ku di nav sînorên navçeya Peyasê de ye û bi taybetî ji ber germbûna hewayê ji aliyê welatiyan ve zêde tê bikaranîn, ekîbên di çarçoveya xebatên binesaziyê de ji bo ku nebat bi bandor nebin, di çarçoveya xebatên binesaziyê de xeletiyên tesîsên avê sererast kirin.

170 dekar giya hat çinîn

Di çarçoveya xebatên avahîsaziyê de xebatkarên Şaredariya Peyasê jî di nav de, bi ekîbeke ji 61 kesî ve nêzî 170 dekar qada giya hat çêkirin. Di xebata ku di parkê de cureyên curbecur çîçek hatin qutkirin, kêmasiyên di stûnên ronahiyê de jî hatin midaxelekirin û ji nû ve xizmet ber xizmetê.

Li qada pîknîkê ya Şaredariyê dixebitin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li Qada Pîknîkê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di nav sînorên navçeya Yenîşehîrê de ku yek ji rawestgehên girîng ên bajêr e, kêmasiyên binesazî û avahîsaziyê yên ku tesbît kiribû jî çareser kir.

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30