Hevserok Bucak, Yekîneya Dermankirinê û stargeha sewalan seh kirin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Yekîneya Dermankirinê û Mala Lênêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê seh kir û xwest ku xebat bên lezandin.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Yekîneya Dermankirinê û Navenda Lênêrîna Heywanan û Mal û Rehabîlîtasyonê ya Midûriyeta Şaxa Veterînerî û Tenduristiya Gel a Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê yên ku li bajêr li dijî kêzikan têdikoşin, seh kir. Di serdanan de Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û Seroka Daîreya Karên Tenduristiyê Ceyhan Sedef Eren bi Hevşaredar Bucak re amade bûn.

'Divê em baş guh bidine kare dermankirinê'

Bucakê ku ji rayedaran der barê xebatên Yekîneya Dermankirinê de agahî stand, diyar kir ku dixwazin bi xebatkaran re hevdîtinê bikin û li cihê xebatê bibînin û destnîşan kir ku karê dermankirinê ji bo bajêr girîng e û divê ew vî karî pir baş bikin. Bucak, diyar kir ku der barê dermankirinê de giliyên xelkê bajêr hatine û wiha got: "Di yekîneya dermankirinê de ekîbeke mezin û wesayîtên me hene" û destnîşan kir ku xebatkar lezê bidin xebatê.

'Em ê mafên heywanan biparêzin'

Bucak ji vir piştî ku der barê xebatê de ji rêvebirên yekîneyan agahî girt çû Mala Lênêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê û li stargeha heywanan geriya. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ji bo dîtina stargehê hatine cihê wê û ew ê mafên sewalan ên jiyan, parastin, hewandin û dermankirinê biparêzin. Bucak destnîşan kir ku ew ê di konteynirên ku dê li navenda bajar û navçeyan çêkin de muameleya heywanan bileztir bikin û wiha dewam kir: “Em ê li dijî heywanan şer nekin, em ê mafên wan biparêzin, wan bihewînin û wan biparêzin. Dema vana bikin jî em ê bixebitin ku heywan zirarê nedin mirovan."

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31