Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek pîrozbahiyê belav kirin. Hevserokan di peyama xwe de got, "15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be, bi hêviya salên pir xweş ku di sedsala 21an de hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin û her kes zimanê xwe yê zikmakî bi azadî bi kar bîne."