Ekîbên zabiteyan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi nivîskî û devkî hişyarî da şofêrên wesayitan û kooperatîfên ku mînîbus girêdayî wan in û di encama kontrolkirina wesayîtên çûnûhatina tomerî ya li navenda bajêr de sûcê wan hat dîtin.
Midûriyeta Zabiteyan ji bo ku welatî bi silametî û bi ewleyî seyahetê bikin, kontrolên xwe yên li wesayîtên veguhestina gel didomînin. Ekîbên Midûriyeta Şaxa Trafîkê ya Zabiteyan wesayîtên komsiwariyê yên bi nimreya T2 kontrol kirin û giliyên der barê nelirêtiya saetên xebatê de nirxandin. Ji 5 şofêrên wesayîtan ên li ser xeta ku 7 wesayit lê dixebitîn bi devkî gilî hatin kirin û hişyarî hat dayîn ku saetên xebatê bi cih bînin.
Li dijî 2 wesayîtan ceza hate sepandin
Der barê 2 wesayîtên ku diviyabû xebatê bikin lê hat diyarkirin ku nexebitine ceza hat birrîn.
Piştî giliyên der barê şofêrên mînîbusan ên "Bêyî ku tam nêzî rawestgehan bibin rêwiyan an jî dema diçûn rêwiyan dadixin û bar dikin" hem ajokar û hem jî koperatîfên ku mînîbûs girêdayî wan in bi devkî û bi nivîskî hatin hişyarkirin.