Diyar Masa pirsgirêkên gel çareser dike

Diyar Masa ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan xizmetê dide, di meha dawî de daxwazên 1130 welatiyan bi rêya arastekirina yekîneyên pêwendîdar hel kir.

Diyar Masa ku di bin banê Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de xebatên xwe dimeşîne, li du buroyên ku li avahiya navendî ya Şaredariya Bajarê Mezin û Otogara Navbajaran in, xebatên xwe didomîne.

Serlêdan têne wergirtin

Diyar Masa ku di navbera welatiyan û saziyên pêwendîdar de weke pirekê tevdigere, ji sewqiyata navbajaran bigire heta cihê razanê, ji xizmetên civakî heta daxwazên xwendekaran, ji park û baxçeyan heta daxwazên xizmetên civakî gelek serlêdanan distîne û xebatên xwe dişopîne.

Daxwaza 1130 welatiyan pêk hat

Di meha borî de Diyar Masayê daxwazên 1130 welatiyan, ji wan 200 bi veguhestina navbajaran, 276 ji bo park û baxçeyan, 98 ji bo lênihêrîna rêyan, 72 ji bo xizmetguzariyên malbatî û civakî yên jinan, û 484 jî ji bo çavkaniyên mirovî arasteyî yekîneyên pêwendîdar kirin û çare jê re dîtin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30