Hevserok Hatûn: Em ê xebatên bi zimanê dayikê bikin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, di bernameya ku ji aliyê DTSOyê ve ji bo xwendekarên ku dersên bijarte yên Kurdî digirin, axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û diyar kir ku ew ê alîkariyê bidin her kesê ku dê ji bo zimanê xwe yê zikmakî bixebite.

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) di çarçoveya kampanyaya tabletê ya ku ji bo xwendekarên ku li dibistanan dersa bijarte ya kurdî hildibijêrin da destpêkirin, li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê bernameyek li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, nûnerên saziyên sivîl û gelek xwendekar beşdarî bernameyê bûn.

Hevserok Hatûn: Em ê alîkariya gelê xwe bikin

Hevşaredar Hatûn di bernameyê de axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û got, “Wek Şaredariya Bajarê Mezin em ê xwedî li welatê xwe derkevin. Em ê alîkariyê bidin gelê xwe û li 17 navçeyên xwe her kesê ku bixwaze ji bo zimanê xwe yê zikmakî bixebite, heta kesên di vî warî de dixebitin, akademî jî di nav de dixwazin qursê vekin. Em ji vir sozê didinê. Em ji bo zimanê xwe amade ne her soza xwe didin. Dar li ser koka xwe, mirov bi zimanê xwe şîn dibe."

'Ger zarok hînî zimanê xwe nebin pirsgirêk e'

Hatûn destnîşan kir ku xebatên ku DTSOyê girîng in û got ku divê zimanê dayikê di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn. Hatûn axaftina xwe wiha domand: “Zarok dikarin du-sê zimanan hîn bibin. Zarok dikarin gelek zimanan; tirkî, îngilîzî û erebî hîn bibin, ev ne pirsgirêk e, lê heke zarok bi zimanê xwe yê zikmakî fêr nebin pirsek e. Divê em vê yekê fêm bikin."

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya piştî axaftina xwe ya li ser girîngiya zimanê dayikê tablet dan 700 xwendekaran.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30