Çalakiya 'Bi Zarokan Kolanên Xweşik' dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokan çalakiya "Bi Zarokan Kolanên Xweşik" da destpêkirin.

Di çalakiya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan a Daîreya Xizmetên Civakî ve tê lidarxistin de zarokên biçûk û malbatên wan demeke xweş derbas dikin. Di bernameya 3 rojî ya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê dest pê dike de çalakiyên cuda û kêfxweş tên lidarxistin. Zarok bi mamosteyên xwe yên muzîkê re stranan dibêjin, boyaxê dikin, lîstikan dilîzin û wêneyan xêz dikin.

Di çalakiya ku Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Serkan Demîrkiran beşdar bû de, wêneyên rengîn ên bi kêf û şahiya zarokan derketin holê.

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31