Otobûs bo xwendekarên dikevin LGSê belaş e

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên ku dê di 2yê Hezîranê de beşdarî îmtîhana LGSê bibin, dê xizmeta ‘otobûsên belediyê’ bêpere bike.

Bi qerara ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve hat dayîn, xwendekarên ku dê bikevin Îmtîhana Pergala Veguhestina Lîseyê (LGS) ya ku dê di 2yê hezîranê de roja yekşemê bê kirin dê di roja îmtîhanê de ji xizmetên veguheztinê yên ku şaredarî dide, bêpere sûd wergirin.

Xwendekar û dayik û bavên wan ên ku dê beşdarî îmtîhanê bibin, ger belgeyên têketina îmtîhanê nîşan bidin dê di navbera saet 07.00 û 17.00an de bêpere li wesayîta giştî ya şaredariyê siwar bibin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30