Hevşaredar: Em ê ji bo Parka Anzelê çareseriyeke hevpar bibînin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, li gel xwediyên avahiyên li derdora Parka Anzela navçeya Sûrê, ku biryara îstimlaqkirinê ji bo wan hatibû dayîn hevdîtinek pêk anî, diyar kirin ku ew ê hewl bidin çareseriyeke hevpar a ku ew mexdûr nebin, peyda bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin di heyama qeyûman de ji bo parastina avahiyên qeydkirî yên li derdora Kaniya Anzelê ya dîrokî û derdora wê, der barê amadekirina Projeya Veguherandina Bajarvaniyê û rapora Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Midûriyeta TOKÎyê de biryar girt. Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a wê hingê ku ji kesên tayînkirî pêk dihat, di 25ê Cotmeha 2021an de biryar da ku li derdora Kaniya Anzelê û li gorî Plana Pêşxistina Parastina Sûriçîyê 88 xanî bên hilweşandin û cî weke park bête veqetandin. Piştî vê biryarê xwediyên milkî buhayê ku dadgehê diyar kiribû qebûl nekirin û kêmasî dîtin.

Hevserokan bi xwediyên heq re hevdîtin kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn, tevî Hevşaredarên Sûrê Gulan Fatma Onkol û Adnan Orhan, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan û endamên meclîsê, bi xwediyên milk re ku biryara "îstîmlaqkirinê" li milkê wan hat dayîn, avahiyên li derdora Parka Anzelê lêkolîn kirin.

'Bila kêşeyên me bên çareserkirin'

Di civîna li Parka Anzelê de welatiyan diyar kirin ku piştî biryara hilweşandinê bi biryara dadgehê ji wan hatiye xwestin ku di berdêla 180 hezar TL de malên xwe biterikînin û di şert û mercên îro de ne pêkan e ku bi vî pereyî ti xanî bikirin. Welatiyan diyar kirin ku ew naxwazin avahiyên wan bên hilweşandin û xwestin giliyên wan bên çareserkirin.

Hevserok: Em ê hewl bidin çareseriyeke hevpar bibînin

Hevserokan diyar kirin ku ew ji bo çareseriya pirsgirêkên welatiyan hatine taxê û anîn ziman ku ji bo giliyên welatiyan  çareser bikin ew ê li cihê bûyerê lêkolînê bikin. Hevserokan diyar kirin ku ew ê li ser mijarê bi şêwirîna aliyan hewl bidin çareseriyeke hevpar bibînin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30