Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn beşdarî konsera ku li Meydana Bajêr hat lidarxistin, bûn.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn beşdarî konsera ku ji aliyê Ma Muzîkê ve li Meydana Bajêr a navçeya Peyasê hat lidarxistin bûn. Hevserokan ku di nava welatiyan de li konsera ku komên muzîkê yên zarokan derketin ser dikê temaşe kirin, herweha li ber muzîkê govend gerandin.