Hevserokan turnuvayên futbolê temaşe kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn du turnuvayên cuda yên futbolê yên li bajêr hatin lidarxistin, temaşe kirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak beşdarî "Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Doku" bû ev turnuva ji aliyê Meclisa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ve li ser navê xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ku ji 5ê Çileya 2020an ve li Dersimê winda ye, hat lidarxistin. Hevşaredar Bucak di turnuvaya ku li Tesîsên Sporê yên Şîlbe ya navçeya Yenîşehîrê bi maça du tîmên jinan dest pê kir de axivî û serkeftin ji lîstikvanên jin ên futbolê yên her du tîman re xwest û got, "Bila jin azad bijîn, bila jin bi azadî bixwînin.” 

Her weha Hevserok Bucak weha axivî, “Bila jin zanîngehan bixwînin, bila jin di qada cemawerî de, di werzîş û hunerê de, di her qada jiyanê de hebin. Helbet hevalên jin dev ji pirsa çarenûsa Gulistan Doku bernedan û dest jê bernadin. Tevgera jinên Kurd ku ev nêzî 4 sal in her roj, her hefte, her meh aqûbeta Gulîstan Dokuyê dipirse, xwedî daxwazeke hevpar e, ‘Bila bibe turnuvaya ku em tê de bibêjin mafê hemû jinan e bi azadî bijîn û tundiya li ser jinan were rawestandin, bila bibe turnuvayek ku dibêje em cîhanek ku jinên ciwan lê neyên kuştin û tûşî tundiyê nebin û tundiya li ser jinan bi dawî bibe."

Hevserok Hatûn: Bila bibe mînaka hevgirtinê

Hevserok Dogan Hatûn maça fînalê ya turnuvaya futbolê ya ku li Amedê ji aliyê Odeyên Şêwirmendên Malî yên Serbixwe yên Amed, Semsûr, Dîlok, Urfa, Sêrt, Batman, Mêrdîn, Şirnex û Mûşê ve hat lidarxistin temaşe kir. Hevserok Hatûn tîma Entabê ya ku di maçê de 1-0 bi ser ket û tîma Semsûrê ya ku bû duyemîn pîroz kir.

Hevşaredar Hatûn ku kûpaya şampiyoniyê diyarî tîma Entabê kir wiha got: "Hêvîdar im ku turnuvayên bi vî rengî bibin mînaka hevgirtinê. Hevgitina di warê pîşeyî ya saziyên me wê bibe sedema aştî û biratiyê li herêma me û li tevahiya Tirkiyeyê."

 

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30