Ekîbên Şaredariyê ji bo sehkirina dengedengê li qadê bûn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber îmtîhana LGSê, ji bo ku li hawîrdora dibistanan dengedeng neyê kirin, kontrol kirin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ji bo ku xwendekar di îmtîhana Pergala Veguhestina Lîseyan (LGS) de bala xwe bernedin, di çarçoveya Rêziknameya Kontrolkirina Dengê Jîngehê de venêrtinek kir.

Ekîban amûrên înşaetê, kargehên muzîka zindî, kafe, salonên dawetan, şûştina wesayîtan û hemû kargehên bi vî rengî yên li derdora dibistanan kontrol kirin û hişyarî danê ku hesasiyeta pêwîst nîşan bidin.

Ekîbên teftêşkirinê li hawîrdora dibistanê heta dawiya îmtîhanê xebitîn ku dengedeng neyê kirin.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30