Şedal û Çelîk ji bo Hevserokatiya GABBê hatin hilbijartin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk ji bo Hevserokatiya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin wezîfedarkirin. 

Civîna Meclîsa Awarte ya 2024an a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed (Sezai Karakoç) hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, hevşaredar û hevserokên şaredariyên endamên GABBê beşdarî civînê bûn. Ji bo diyarkirina rêveberên sendîkayê,  hilbijartin hatin kirin. 

Di civînê de hat nîqaşkirin û biryar hat dayîn ku şaredariyên ku ji endamtiya Yekîtiyê derketine ji lîsteya şaredariyên endam bên derxistin û şaredariyên ku di meclîsên xwe de biryara endamtiya Yekîtiyê dane bên qebûlkirin û di lîsteya şaredariyên endam de bên zêdekirin. 

Hevserok hatin hilbijartin

Di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk weke Hevserokên GABBê hatin diyarkirin. 

Devrîm Demîr, Yunus Bagiş, Bîrsen Orhan, Hamît Tutuş, Fuat Mehmetoglu û Alpaslan Karabulut ji bo endamên Desteya Rêveber a GABBê hatin hilbijartin. 

Şedal û Çelîk spasiya endaman kirin

Piştî hilbijartinan Hevserokên GABBê Şedal û Çelîk bal kişandin ser girîngiya sendîkaya ku gelek şaredariyên herêmê di nav de cih digirin, behsa giringiya wê ji bo rêveberiyên herêmî kir û herweha spasiya endamên sendîkayê kirin.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30