Hevşaredarê Baxlarê Çelîk ji bo Serokatiya GABBê hat hilbijartin

Hevşaredarê Baxlarê Siraç Çelîk ji bo Serokê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) hat hilbijartin.

Civîna Meclîsa Awarte ya 2024an a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed (Sezai Karakoç) hat lidarxistin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, hevşaredar û hevserokên şaredariyên endamên GABBê beşdarî civînê bûn. Ji bo diyarkirina endamên komîsyonan hilbijartin hatin kirin.

Di civînê de hat nîqaşkirin û biryar hat dayîn ku şaredariyên ku ji endamtiya Yekîtiyê derketine ji lîsteya şaredariyên endam bên derxistin û şaredariyên ku di meclîsên xwe de biryara endamtiya Yekîtiyê dane bên qebûlkirin û li lîsteya şaredariyên endam bên zêdekirin.

Siraç Çelîk ji bo serokatiyê hat hilbijartin

Di hilbijartina civînê de Hevşaredarê Baxlarê Siraç Çelîk bi yekdengî ji bo Serokê GABBê hat hilbijartin.

Ji bo 1emîn Cîgira Serokê Meclîsa Serokatiya Dîwana Sendîkaya GABBê Neslihan Şerdal û ji bo 2yemîn Cîgira Serokî Sofya Alagaş; herweha Neslîhan Şedal, Devrîm Demîr, Yunus Bagiş, Bîrsen Orhan, Hamît Tutuş, Fuat Mehmetoglu û Alpaslan Karabulut jî ji bo endamên Komîteya Yekîtiyê hatin hilbijartin.

Çelîk spasiya endaman kir

Piştî hilbijartinan Serokê GABBê Çelîk, bal kişand ser girîngiya sendîkayê ya ji bo rêveberiyên herêmî ku gelek şaredariyên herêmê di nav de ne, û ji bo ew bijartiye spasiya endamên sendîkayê kir.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30