Qeyda ji bo kursên hunerî yên havînê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi qebûlkirina qeydên ji bo kursên hunerê kir. Kurs di 17 beşan de ne û zarok û mezin dikarin bêpere jê sûd werbigirin. Serlêdana bo kursên hunerî dê 14ê Hezîranê roja înê bi dawî bibe.

Qeydkirina dewreya nû ya kursên hunerî yên havînê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve bi armanca naskirina zarok û mezinan bi hunerê re hatiye lidarxistin, dest pê kir. Zarokên ku bi kursan dewreyeke perwerde û hîndekariyê ya giran li pey xwe hiştine, dê firsenda derbaskirina dema xwe li warên xwe yên eleqedar bikin, mezin jî dê li ser hobiyên xwe bisekinin.

17 kursên cuda

Kursên ku dê li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed (Sezai Karakoç) bên dayîn, dê bi awayekî berfireh bên lidarxistin. Serlêdan dê di 17 beşên cuda de bên wergirtin: tembûr, gîtar, keman, piyano, bilûr, perwerdehiya dengbêjiyê, perwerdehiya dengsaziyê (koro), wênesaz-hunerên bedew, hobiya wênesaziyê, erbane, zimanê îşaretan, amadekirina konservatuarê (muzîk) û klarnet. Di nav 17 kursan de yekane kursên ku zarok jê sûdê werdigirin kursên tembûr, gîtar, piyano û resimê ne.

Dema serlêdanê 14ê Hezîranê ye

Serlêdana ji bo kursên hunerî yên havînê dê, 3ê Hezîrana 2024an roja duşemê dest pê bike û 14ê Hezîrana 2024an roja înê, biqede.

Forma ku ji bo serîlêdanê were dagirtin

Kesên ku dixwazin xwe li her kursên ku dê di nav kotayeke diyar de qebûl bikin, dikarin bi dagirtina forma li ser  https://form.jotform.com/241365639258970 serlêdana xwe bikin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30