Li Girê Çilsiwaran şahiya bafirokberdanê

Di çalakiya "Li gel Zarokan Kolanên Şên" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin de, zarokan li Girê Çilsiwaran resim çêkirin û bafirok firandin.

Di çalakiya sê rojan a ji aliyê Şaxa Zarokan a Daîreya Xizmetên Civakî ve hat lidarxistin de zarok û malbatên wan demeke xweş derbas kirin. Li Sumerparkê Qada Jiyana Hevpar, Şilbê (Yolaltı) û Girê Çilsiwaran li 3 cihên cuda çalakiyên cuda û kêfxweş hatin lidarxistin. Zarokan bi mamosteyên xwe yên muzîkê re di mîhrîcana bafirokberdanê de stran gotin, boyax kirin, lîstik lîstin, wêne xêz kirin û bafirok firandin.

'Me xwe gihand 3 hezar zarokan'

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Serkan Demîrkiran, der barê bernameyê de agahî da û diyar kir ku ew di roja sêyemîn a çalakiya ku weke Şaredariya Bajarê Mezin di bin navê "Ligel Zarokan Kolanên Şên" dane destpêkirin û weha got, "Bi giştî me xwe gihand 3 hezar zarokan. Çalakiyên me yên ji bo zarokên me dê di pêşerojê de jî dewam bikin.”

'Li ku derê zarokek hebe em ê xwe bigihîninê'

Demîrkiran, diyar kir ku dê bi Serokatiya Daîreya Ciwanî û Sporê re projeyên hevpar pêş bixin û wiha axivî: “Wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê em ê hewl bidin ku zarokek li ku derê hebe, xwe pê re bigihînin Li navçe û taxên navendî û taxên gundewarî jî em ê çalakiyên werzîşê yên ku dê çanda me geş bikin bidomînin. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin hemû zarokan."

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30