Şaredariya Amedê dê civînên muxtaran pêk bîne

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, ji bo tesbîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên bajêr dê bi muxtarên 17 navçeyan re hevdîtinan pêk bînin.

Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatûn ji roja ewil ku dest bi wezîfeyê kirine û vir ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr dixebitin, dê bi muxtarên navçeyên navendî û gundan re hevdîtinê pêk bînin. Yekemîn ji civînên ku dê li Navenda Çand û Kongreyê dest pê bikin dê 5ê Hezîranê roja Çarşemê bên lidarxistin.

Hevdîtinên Muxtaran dê heta 12ê Hezîranê dewam bikin

Civîna ku dê 5ê Hezîranê di saet 09.30an de bi muxtarên navçeyên Sûr û Peyasê re dest pê bike dê piştî nîvro jî bi muxtarên navçeyên Baxlar û Yenîşehîrê re dewam bike. Piştre Çermûg û Çankûş di 6ê Hezîranê de, Pîran, Henî û Karaz (danê sibê) di 10ê Hezîranê de; Bismil (Piştî nîvro); 11ê Hezîranê Erganî û Gêlê (Sibeh) û Çinar (Nîvro); Di 12ê Hezîranê de jî wê bi muxtarên navçeyên Hezro û Farqînê (Sibeh) û Pasûr û Licê (danê nîvro) re hevdîtin bên lidarxistin. Di civînan de dê serokên daîreyên Şaredariya Bajarê Mezin û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê amade bin.

Hevdîtinên ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li bajêr dest pê bikin dê di 25, 26, 27 û 28ê Hezîranê de bi saziyên sivîl û nûnerên odeyan re dewam bikin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30