Xwendekarên Lîseya Akademiyê û Mêvanxaneya Keçikan ji bo îmtîhanê amade ne

Ciwanên li Lîseya Akademiyê û Mêvanxaneya Keçikan a ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ne, ji bo îmtîhana zanîngehê amade ne.

Li Lîseya Akademî û Mêvanxaneya Keçikan, ku ji bo piştgiriya ciwanên ku li navçeyên navendî û gundan xwe ji bo zanîngehê amade dikin û ji bo afirandina hawirdoreke guncav a xwendinê, ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve hat vekirin, perwerde tevahiya salê dewam kir.

Ew xebitîn ku bikevin zanîngeha bi dilê xwe

Bi hezaran ciwanên ku li Lîseya Akademiyê û Mêvanxaneyan Keçikan dixwînin ji rojên destpêkê yên sala perwerdehiyê ya 2023-2024an heta niha perwerde dibin. Xwendekarên ku ji bo îmtîhanan bêpere amadekariyê dikin, bi şev û roj dixebitin ku bikevin zanîngehên bi dilê xwe.

Li van deran, ji bilî kursên amadekirina zanîngehê yên bingehîn, çalakiyên civakî û çandî jî ji bo ciwanan têne organîzekirin da ku stresa azmûnê bişkênin û xwe di warên cuda de pêşde bibin.

Xwendekar dê di bin rêberiya mamosteyên Navenda Şêwirmendiya Psîkolojîk de li gorî hin plan û bernameyan heta 8-9ê Hezîranê xwendina xwe bidomînin.

'Ez hest dikim ku ez bêtir serkeftî me'

Ji ciwanên li Lîseya Akademî dixwîne Helîn Kalecî weha got, “Ez li gundekî biçûk ê navçeya Sûrê dijîm. 6 meh in ez têm vir. Dersên ku ez fêr bûm ji bo ku ez bigihîjim cihekî çêtir pir bikêr bûn. Ez hest dikim ku ez bi perwerdehiya ku min li vir wergirtî bêtir serfiraz im." 

Şeyma Aşiroglu, anî ziman ku perwerdeya li Lîseya Akademiyê ji bo wan gelekî bi qîmet e û wiha got: “Me bi rêya mamosteyê xwe vê derê nas kir. Piştî wê min serî li vir da. Ez berê di matematîkê de xirab bûm. Ku ez hatim vir, min li dersan guhdarî kir. Bi saya vê pileyê min zêde bû.” 

'Em nikarin li gund bixebitin'

Menîce Asar a li Mêvanxaneyan Keçikan dixwîne got, “Ji meha Îlonê û vir ve ez têm vir. Dersên me saet 08:30 dest pê dikin. Hema hema hemû roja me bi xwendinê derbas dibe, ev ji bo me tiştekî pir girîng e. Ji ber ku me nikarîbû li gund bixebitin. Ji îmtîhanên me re pir hindik maye. Me mijarên xwe qedandin. Em niha ceribandinan dikin." 

'Ji bo keçên li gundan pir girîng e'

Ayşenur Ozen, diyar kir ku derfetên gelekî baş ji wan re hatin dayîn û wiha got: “Berî her tiştî ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikim. Ez dixwazim ev proje belav bibe. Bi taybetî ji bo keçên li gundan. Pêşîya me vekirin. Ez dixwazim her kes ji xizmetên li vir sûd werbigire."

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30