Şaredariyê mazûvaniya nûnerên kooperatîf û odeyên hatûçûnê kir

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, mazûvaniya nûnerên kooperatîf û odeyên ku li bajêr di warê veguhestinê de dixebitin kir.

Serok û endamên Lijneya Rêvebiriya Kooperatîfa Otobusên Gel a Taybet a Amedê, Odeya Xizmetkaran, Odeya Şofêr û Otombîlan û Odeya Ajokarên Mînîbusan, serdana Şaredariya Bajarê Mezin kirin. Nûnerên Kooperatîf û Odeyan bi kom li salona civînên meclîsê bi Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz re civînek li dar xistin.

Di civînan de pirsgirêkên hatinûçûnê yên li bajêr hatin nîqaşkirin, pirsgirêk hatin tespîtkirin, pêşniyarên çareseriyê hatin nîqaşkirin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30