Hedef ew e ku Amed di turîzmê de bibe cihê ku heq dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku potansiyela turîzmê ya bajêr rast bi kar bîne û rêjeya memnûniya turîstên xwecihî û biyanî yên tên bajêr zêde bike, xizmetên wek servîsên rehberiyê, ofîsên turîzmê û zabiteyên turîzmê dide.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li herêma Sûriçî ya dîrokî ku yek ji cihên girîng ên turîstên xwecihî û biyanî ye, hem memnûniya mêvanan zêde dike û hem jî di danasîna bajêr de gelek xizmetên cuda dike. Xebatên ku ji bo Amedê di turîzmê de bigihînin cihê xwe yê layîq ji aliyê welatî û geştiyaran ve rastî eleqeyeke mezin tên.

Li herêma Suriçî 3 ofîsên têkiliyên turîzmê

Ofîsên turîzmê yên girêdayî Midûriyeta Çand û Karûbarên Civakî ji bo vê yekê xizmetê didin. Di van buroyan de turîstên xwecihî û biyanî yên ku dixwazin biçin bajêr li 3 cihên cuda ji wan re rênîşanî tê kirin: Meydana Deriyê Çiyê, Deriyê Mêrdînê û Mala Dengbêjan. Xebatkarên ku di ofîsên turîzmê de dixebitin ne tenê xalên girîng ên bajêr ji ziyaretvanan re vedibêjin lê di heman demê de materyalên çapkirî yên cihêreng ên ku bajêr didin nasîn jî didin wan.

Ekîbên Zabiteya Turîzmê di xizmeta geştiyaran de ne

Ekîbên Zabiteya Turîzmê yên girêdayî Midûriyeta Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku ziyaretvan karibin bi ewlehî û rihetî serdana Keleha Navîn a ku ji bo Amed û geştiyaran cihekî serincrakêş e bikin, xebatên xwe didomînin.

Bi 6 zimanan karûbarê danasîn û rêberiyê

Ekîbên Zabiteya Turîzmê bi dayîna agahiyan der barê cihên dîrokî û çandî yên bajêr de xizmetên rêberiyê pêşkêşî turîstên xwecihî û biyanî dikin.

Midûrê Zabiteyan Veysî Rûzgar, diyar kir ku ew bi 7 zimanan Îngîlîzî, Elmanî, Rûsî, Îspanyolî, Tirkî, Kurdî (Zazakî û Kurmancî) danasînê dikin û wiha got: “Di nava hêzên zabiteyan de yekîneyên me yên cuda hene, lê ji ber ku cihê em lê ne cihê ne; ekîbên me yên têkildarî turîzmê li vir in. Tîmeke me ya zabiteyên turîzmê ji 15 kesan pêk tê. Hevalên me agahiyan didin turîstên xwecihî û biyanî. Em hewl didin pirsgirêkên wan ên der barê geştyariya bajêr de çareser bikin. Em hewl didin ne tenê der barê Îçkaleyê de her wiha li ser hemû avahiyên dîrokî yên di nava Sûran de agahiyan bidin."

Esnafên Nav Sûran hatin agahdarkirin

Endamên meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, Seroka Daîreya Karûbarên Esnaf û Pîşekaran Bêrîvan Guneş û ekîbên Zabiteya Şaredariya Sûrê, esnafên Suriçîyê ziyaret kirin û ji bo hem welatî hem turîstên xwecihî û hem jî turîstên biyanî bi rehetî û ewlekarî karibin ger û sefera xwe bikin mijarên ku divê li ber çavan bên girtin vegotin. Ekîban di serdanên li kargehên li Kolana Gaziyê ya ku gelek caran turîst tênê, daxwaz û gazinên esnafan girtin û der barê dagirkirina peyarêyan de hişyarî dan.

'Em ji xizmetê memnûn in'

Nesrîn Bayram, anî ziman ku ew ji Stenbolê ji bo ziyareta cihên dîrokî hatine û wiha got: “Ez hatim serdana Tirba Hz. Silêman. Zabiteya turîzmê jî derdor nîşanî me dan. Gelek cihên dîrokî yên xweş hene. Me Nav Sûran û Pira Dehderî ziyaret kir. Zabiteyan agahiyên baş dan me. Em pir kêfxweş bûn."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30