Ji bo projeyên DÎSKÎyê 72 milyon ewro piştgirî dan

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 6 projeyên ku dê pirsgirêka ava vexwarinê û kanalîzasyonê ya navenda bajêr, Erganî û Farqînê çareser bike, ji Îlbank û JICAyê 72 milyon euro piştgirî wergirt.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê di çarçoveya projesaziyên xwe yên binesaziyê de ji bo navenda bajêr û navçeyên Farqînê û Erganiyê di warê tesîsên paqijkirina ava çopê, ava vexwarinê, ava baranê û şebekeyên avedaniyê de 6 proje amade kirin. Bi projeya ku wê bi 72 milyon euroyê desteka ji Îlbank û Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonyayê (JICA) bê standin, dê pirsgirêkên binesaziya Erganî û Farqînê bi piranî bên çareserkirin.

Kapasîteya santrala parzinandinê dê bê zêdekirin

DÎSKÎ dê bi "Santana Çareserkirina Ava Vexwarinê ya Navendî ya Amedê Beşa 2yemîn Avakirina Parzûna Zêde û Çêkirina Hewzên Parzûnê" kapasîteya santralê zêde bike.

Li Erganiyê 522 kîlometre xeta ava vexwarinê û kanalîzasyonê tê çêkirin

Di çarçoveya projeyê de dê li navçeya Erxeniyê "Santana Parzûnkirina Avê ya Erganiyê", "Tora Ava Vexwarinê ya Erganiyê" bi dirêjahiya 252 kîlometreyan û "Tora Ava Baranê û Ava Gemarî ya Erganiyê" bi dirêjahiya 270 kîlometreyan bên çêkirin. Bi xeta şebekeya ava baranê re hem ava ku di tesîsên parzinandinê de tê parzinandin û hem jî ava baranê dê were avêtin û bi vî rengî pêşî li neyînîyên muhtemel bê girtin.

Li aliyê din DÎSKÎ bi projeya xeta ava vexwarinê ya ku pêk bîne dê hewcedariya 35 salan a navçeyê bi ava paqij dabîn bîne. Bi vî awayî dê pirsgirêka ava navçeyê bi awayekî berçav bê çareserkirin.

Li Farqînê santrala parzinandinê û xeta torê ya 150 kîlometreyî

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê dê li navçeya Farqînê bi "Santraliya Parzûnkirina Ava Kanalîzasyonê" û bi projeya "Çêkirina şebekeya ava çolî û baranê" ya 150 kîlometreyî ji bo siberoja navçeyê razemeniyê bike. Bi pêkanîna van projeyan re, di warê binesaziya paşerojê ya Farqînê de dê bendeke girîng derbas bibe.

Dê tenduristiya gel bê parastin

Bi projeyên ku li gorî nifûsa navçeyan, plansaziya avedankirinê û daneyên bajêr ên sala 2070an hatine amadekirin, ava bermayiyên navçeyên Erganî û Farqînê wê di tesîsên paqijkirinê de bi qonaxên cuda re bên paqijkirin. Bi ava paqijkirî dê tenduristiya gel bê parastin û jîngeh û avên binê erdê dê paqij bibin.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30