Şaredariya Amedê di roja jîngehê de dê 'Kampanyaya Paqijkirinê' bide destpêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê Kampanyaya Paqijkirina Amedê li dar dixe. Di çarçoveya kampanyaya pirzimanî de wê gelek çalakî bên lidarxistin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê, ji bo balê bikşîne ser paqijiya jîngehê û hişyariyê bide, Kampanyaya Paqijiya Amedê li dar dixe. Kampanyaya ku dê bi hevşaredarên navçeyên navendî re di bin koordînasyona Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê de bê lidarxistin, 5ê Hezîranê roja Çarşemê saet di 10:00ê de li Meydana Deriyê Çiyê dest pê dike.

Dê tîşort, kumik û belavok bên belavkirin

Di çalakiya ku dê Hevşaredarên Sûr, Yenîşehîr, Baxlar û Peyasê, endamên meclîsê, komîteyên daîmî, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin û cîgirên serokên giştî, serek û rêveberên beşên eleqedar beşdar bibin de, welatî dê li hev kom bibim. Her wiha tîşort, kumik, belavok û posterên der barê dema rijandina çopê de ji bo kampanyayê hatine amadekirin li beşdaran bên belavkirin.

Girseya armanc xwendekar in

Di çarçoveya bernameyê de wê saet di 13.00an de li Kolana Hatboyu ya navçeya Baxlarê û saet 15.00an jî li Parka Rojava ya navçeya Peyasê çalakî bê lidarxistin.

Xwendekarên zanîngehan, saziyên sivîl, muxtar, dîndar û komele jî dê piştgiriyê bidin kampanyaya ku xwendekarên dibistanên seretayî û navîn wek muxatab tên diyarkirin.

'Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim'

Di kampanyayê de dirûşmên bi Tirkî, Kurdî (Kurmancî-Zazakî) hatine amadekirin wê bên bikaranîn: “Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim, Ez Amedê ra heskena leymin nêkena”.

Fîlmê danasînê hat amadekirin

Her wiha di çarçoveya kampanyayê de sînevîzyoneke danasînê hat amadekirin ku ji gelek deverên bajêr tê de cih digirin. Ji bilî weşanger, nivîskar, muzîkjen, aktîvîst, dengbêj, dayikên aştiyê, kesên dîndar û nûnerên saziyên sivîl, ji civakên Keldanî, Ermenî û Suryanî ku dînên kevnar ên bajêr in jî di fîlmê de cihê xwe girtine. Fîlm wê li ser ekranên LED û kanalên medyaya civakî û her wiha li ser malpera înternetê ya Şaredariya Bajarê Mezin bê parvekirin.

 

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30