Li Parka Anzelê xebatên çaksazî û peyzajê hatin kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Parka Anzelê ya ku li navçeya Sûrê ji bo welatiyan cihekî ger û geştê yê balkêşe, xebatên çaksazî û peyzajê kirin.

Parka Anzele ku yek ji cihên girîng ên sembolîk ên bajêr e, bi hatina mehên havînê re yek ji cihên herî girîng e ku welatî lê digerin.

Şaredariya Bajarê Mezin, li vî cihê girîng ku gelek caran şênî xwe lê digirin, xebatên çaksazî û peyzajê kirin.

Cax û tabelayên hişyariyê hatin nûkirin

Di çarçoveya xebatên lênêrînê û çaksaziyê yên ji aliyê Midûriyeta Karên Fenî ve, caxên ku ji bo zarokan xetere ne, bi lengerên epoksî hatin xurtkirin, kevirên beton û tabelayên hişyariyê hatin nûkirin.

Kulîlk têne çandin

Di çarçoveya xebatên çandiniyê de li parka ku ji aliyê Midûriyeta Park û Baxçeyan ve paqijiya giştî tê tê kirin, li erda wê kulîlkên demsalî, sosin û teflan yên ji koma şitilan hatin çandin.

Wekî din, deriyê depoya avê hate nûkirin.

 

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31