Di navbera taxa Ferît Koşk û Deriyê Çiyê de sefera bêpere ya otomobîlên rîngê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatiyan di navbera taxa Ferît Koşk û Deriyê Çiyê de dest bi xizmetên bêpere yên rîngê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo daxwazên welatiyan ji bo karûbarên veguhestina gelemperî hêsantir û rehettir çareseriyên guncaw û bilez çêdike.

Rêya hevraz rêwî û peya diwestandin

Midûriyeta Hatûçûnê li ser daxwaz û pêşniyarên ku li ser rêya ku nêzî 2 kîlometre ye di navbera taxa Ferît Koşk û Dagkapiyê de xizmetguzariya çûnûhatinê ya gel tune ye û ji ber rê hevraz e extiyar, nexweş û malbatên xwedî zarok mexdûr in, li herêmê seferên bêpere dan destpêkirin. 

Hatûçûn hêsantir bû

Serokê Daîreya Hatûçûnê Temel Cengîz diyar kir ku ew daxwazên welatiyan bi awayekî cidî dişopînin. Cengîz anî ziman ku wan bi rînga bêpere pirsgirêkeke girîng çareser kir û wiha got: “Gelek welatî hebûn wan dixwest ji herêma Fîskaya biçin cihên cuda yên bajêr. Di rewşa berê de, di vê rêgehê de tenê xeteke me hebû. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê me di navbera Ferît Koşk û Dagkapı-Fiskayayê de xeta rîngê ya belaş saz kir. Bi vî awayî welatiyên me dikarin bi hêsanî xwe bigihînin Dagkapiyê. Ji wir, ew dikarin bi hêsanî herin her dera bajêr. Em ê xebatên xwe bidomînin da ku veguheztineke saxlem, rehet û erzan ji welatiyên xwe re cî bi cî bikin."

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30