Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Karûbarên Afat û Rêvebirina Rîskê

Ji bo xwendekar û mamosteyan perwerdeya hişyariya afatê hat dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 13ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Kêmkirina Rîskên Afatê de, ji bo xwendekar û mamosteyan perwerdeya agirvemirandinê, perwerdeya hişyariya afatê û tatbîkata erdhejê pêk anî.

Di çarçoveya 13ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Kêmkirina Rîskên Afatê de ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Afatê û Birêvebirina Rîskê ve li Dibistana Seretayî ya Yenîşehirê perwerdeya afatê hat organîzekirin. Di bernameyê de ku xwendekar û mamoste beşdar bûnê perwerdeya agirvemirandinê, perwerdeya hişyariya afatê û tatbîkata erdhejê hat lidarxistin.

Di çarçoveya perwerdeyê de derbarê têkoşîna li hember afatan, tiştên ku divê di kêliya erdhejê de bêne kirin, pêkanînên valakirina lezgîn û destwerdana yekem a li hember agir de agahiyên pratîkî dan xwendekaran. Piştî perwerdeyê, bi lêdana sîrenan re mamoste û xwendekarên ku polên xwe bi rengekî ewle vala kirin û li hewşa dibistanê civiyan, rêbazên destwerdana li dijî agirên ku dikarin derkevin bi bikaranîna lûleya agirvemirandinê hatin nîşandan.

Bal kişandin ser giringiya tevgerîna bihişyarî ya li hember afatan

Di perwerdeyê de bal kişandin ser giringiya amadebûna beriya afatê û tevgerîna bi rêbazên rast di kêliya afatê de ku ew zirarên canî û malî kêm dikin. Bi perwerdeyên hişyariya afatê tê armanckirin ku welatî derbarê tiştên ku divê berî afatê, di kêliya afatê de û piştî afatê de bikin de bêne hişyarkirin û astên amadebûna wan a li hember rewşên lezgîn bê bilindkirin.

Piştî perwerdeyên ku Serokê Daîreya Karên Afatê û Birêvebirina Rîskê Azad Yildiz jî beşdar bû, broşûrên ku agahiyên li ser hişyariya afatê dihewînin ji mamoste û xwendekaran re hatin belavkirin.

Perwerde dê li dibistanên din jî berdewam bikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta belavkirina hişyariya afatê di nav civakê de, xurtkirina amadebûna zarok û perwerdekaran a li hember afatan û avakirina bajarekî ewletir, dê xebatên xwe yên perwerde û hişyariyê berdewam bike.

Perwerdeyên hişyariya afatê ku di çarçoveya protokola l gel Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî de tên birêvebirin, dê di rojên pêş de li dibistanên cuda jî berdewam bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan