Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Amadekariyên Cejna Qurbanê dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî di Cejna Qurbanê de karibin zexîreya tendurist bi dest bixin û bê kêmasî qurbanê xwe bikirin û serjê bikin zend û bend şidandin. Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Qurbanê der barê amadekariyan de bi beşên têkildar ên şaredariyên navçeyan re civîneke berfireh l

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî di Cejna Qurbanê de karibin zexîreya tendurist bi dest bixin û bê kêmasî qurbanê xwe bikirin û serjê bikin zend û bend şidandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Qurbanê der barê amadekariyan de bi beşên têkildar ên şaredariyên navçeyan re civîneke berfireh li dar xist.

Civîn, li Salona Civînan a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin birêve çû û tê de gavên dê ji bo amadekariya Cejna Qurbanê bêne avêtin, hatin axaftin.

Ekîbên girtina qurbanan tên sazkirin

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, li cihên serjêkirin û kirin-firotina qurbanan dê beyteran wezîfedar bike û dê ekîbên girtina qurbanan bên sazkirin.

Ev deverên serjêkirin û kirrîn-firotina qurbanan dê bêne dezenfektekirin û derman lê bêne reşandin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê jî dê gend û dexelê li van deverên serjêkirin û kirrîn-firotina qurbanan peyda dibin paqij bike.

Dê li van deveran gelek gilêşdank û konteynirên gilêşan bêne bicihkirin.

Her weha dê li hemû goristanên bajêr paqijî bête kirin.

Zabite dê rê li ber qurbanên qaçax bigire

Serokatiya Daîreya Zabiteyan, dê li deverê serjêkirin û kirrîn-firotina qurbanan misêwa çavdêriyan bike, dê li kirîn-firotin û serjêkirina li deverên dîtir mudaxele bike.

Ekîbên Zabiteyan, arîfeya Cejnê û roja yekê ji bo welatî karibin bi rehetî serdana goristanên xwe bikin dê dijî firoşkarên seyar û parsekan tevdîran bigire.

Cihên qurbanan dê bi ava şid bêt şûştin

Serokatiya Daîreya Îtfaiyê, hemû cihên kirrîn-firotin û serjêkirina qurbanan ku pêwist be dê bi arasozan bi ava şid bişo û paqijiya wan bike.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê dê kêmasiyên sazûmanî yên van deveran çareser bike.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, ji bo deverên serjêkirin û kirrîn û firotina qurbanan rögar nexitimin û vîdanjoran deyne deverê, dê tesîsatên avê di ber çavan re derbas bike û destşokan li deverê cî bi cî bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan