Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Arizeya pompeya avê zûka hate çareserkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, arizeya li istasyona pompeya sereka ya Bendava Dîcleyê ketî hê nebûye sebeba avbirînê çaser kir.

Li istasyona pompeya sereke ya Bendava Dîcleyê ku aydê Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ) e arize peyda bû.

DÎSKÎ, bi saya karmendên teknîkê yên şareza demildest mudaxele li ariza istasyona pompeya Bendava Dîcleyê kir. Ekîban, demeke zû arize tespit kir, bêyî ku bibe sebeba avbirînê pirsgirêka wê çareser kir.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî û alîkarê xwe Fatîh Yuruk, ji destpêkê ve xebata destwerdana ekîban şopand.

Tutşî, bal kişand ku xebatên çaksaziyê bi encam bûne û got, di rastiyê de çareserkirina pirsgirêkên weha hinekî dem digire lê karmendên bi desthelî û dilsoziya xwe zûka hel kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan