Atolyeya “Vê havînê tu jî binivîse” dest pê dike
Qeyd, ji bo atolyeya nivîskariyê a “Vê Havînê Tu Jî Binivîse” a Şaredariya Bajarê Mezin dest pê kirin.
Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî, bi mebesta hunera ciwanên 18-25’ê derxe pêş atolyeya nivîskariyê bi şiara “Vê Havînê Tu Jî Binivîse” li dar dixe.
Di atolyeyê de, 6 hefteyan dê di warê çawaniya helbest, çîrok, lêkolîn û vekolînê de perwerde bên dayîn.
Serlêdana bo beşdariyê 1’ê hezîranê roja sêşemê dest pê dikir û 6’ê hezîranê roja yekşemê bi dawî tê û serlêdan li ser malpera, https://form.jotform.com/211504145345951 dikare bête kirin.
Kesên ji bo beşdariya atolyeyê bêne pejirandin 7’ê hezîranê roja duşemê di milaqeta li Navenda Çand û Kongreyan a Sezai Karakoç dê bêne aşkerekirin.
Kurs dê li Muzeya Ahmed Arif ya Wêjeyê bên kirin
Kursiyerên ji bo têketina kursê bi ser dikevin dê perwerdeya xwe li Muzeya Ahmed Arîf a Wêjeyê a li navçeyê Sûrê bibînin.
Atolyeya ku dê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin, Gerînendetiya Perwerdeya Mîlî û Komela Nivîskar û Helbestkarên Diyarbekirê ve bête pêkanîn berhemên serkeftiyan dê di Kovara Hewselê de bêne weşandin.
