Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Baxçeyên Hewselê gihîştin ava paqij, coya avdanê hat temamkirin

Serokatiya Daireya Xizmetên Gundan, bi armanca piştgirîkirina hilberîna çandiniyê û sewalkariyê, projeyên xwe yên avdaniyê li seranserê bajêr didomîne. Di vê çarçoveyê de, li Baxçeyên Hewselê ku xwediyê qadeke peyzaja çandeyî ya bêhempa ye û 8 hezar sal in çandiniya bênavber lê tê kirin, coya avdaniyê ya bi dirêjahiya nêzî 1 kîlometreyî hat avakirin.

Tê çaverêkirin ku di hilberînê de berhemdarî zêde bibe

Bi vî rengî, li şûna ava gemar a ku berê di baxçeyan de dihat bikaranîn ava paqij hat gihandin. Bi vê projeyê tê armankirin ku pirsgirêka avdaniyê ya ku ev salên dirêj in heye bê çareserkirin û 570 dekar eraziyê çandiniyê bi sîstema avdaniyê ya modern û bi awayekî berhemdar bê avdan. Di heman demê de tê bendewarkirin ku bi vê projeyê re hem av bi awayekî baş bê bikaranîn hem jî di hilberîna çandiniyê de kalîte û berhemdarî bilind bibe.

‘Me ev xebat li ser daxwaza cotkaran pêk anî’

Endazyarê Çandiniyê Tahir Alan ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wezifedar e, diyar kir ku wan li gorî daxwazên cotkaran li vê herêmê xebatên etût û projeyê meşandine û bi bîr xist ku berê li baxçeyan avdanî bi ava bermayî ya malan (evsel atık su) dihat kirin.

Alan da zanîn ku ev rewş her weha metirsî li ser tendurustiya gel ava dikir û weha got: "Ji bo ku em ava li herêma Hezretî Silêman bixin bin xizmeta welatiyên xwe, me kanala avdaniyê ya betonî ava kir. Kapasiteya kanalê wisa hat plankirin ku dikare temamiya qada 570 dekarî av bide. Bi vî rengî, hilberîner dê bi ava paqij berhemên saxlemtir û biqalitetir bi dest bixin."

‘Êdî em ava paqij bi kar tînin’

Cotkarên ku li herêmê hilberînê dikin jî anîn ziman ku kanala nû ya avdaniyê dê tevkariyeke mezin li karê wan bike. Ji hilberîneran Hidayet Duyan diyar kir ku berê ew neçar bûn ava gemar bi kar bînin û weha axivî: "Dema me serî li şaredariya xwe da, kanalên me hatin çêkirin. Niha em ava zewal û paqij bi kar tînin. Bi xêra vê yekê, berhemên me dê hem biqalitetir bin hem jî dê temenê wan dirêjtir be. Em ê êdî sebze û fêkiyên xwe bi dilekî rehet biçînin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan