Bi germê re xebatên îlaçkirinê dest pê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel û rêlibergirtina nexweşiyên tawî û vegir li 17 navçeyan bi şev û bi roj xebatên dermankirinê dimeşîne. Xebat li 17 navçeyan ango li seranserê parêzgehê hatin destpêkirin û di xebatê de 311 karmend, bi 62 wesayit, 200 pompeyên piştê, 32 c
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel û rêlibergirtina nexweşiyên tawî û vegir li 17 navçeyan bi şev û bi roj xebatên dermankirinê dimeşîne.
Xebat li 17 navçeyan ango li seranserê parêzgehê hatin destpêkirin û di xebatê de 311 karmend, bi 62 wesayit, 200 pompeyên piştê, 32 cîhazên holdêr, 60 atomîzoran, 47 cîhanên ULV, 2 mijbelavên termal, mîstbloweran bi kar dikin.
Dijî kurmikan bi peryodîk tên îlaçkirin
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristî, di çarçoveya xebatên îlaçkirinê de li dijî kurmikên kelmêşan, li gorî qonaxên jiyana wan karê dermankirinê dimeşîne.
Bi vê boneyê; li derdora hewz, bêrm, gol, kêzîn, çirav, foseptîk, gerikên avê, avên jêrxaneyan, hewzên xemlê bi demên perîyodîk ên destnîşankirî kontrol têne kirin. Bi van pêkanînan rê li ber hinde tête girtin ku mêş û kelmêş hêkên xwe li van deran rakin.
