Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bi projeyekê erda dêmî avî dibe

Şaredariya Bajarê Mezin û Kargêriya Geşedana Herêmê ya GAPê bi projeyeke hevpar dê 18 gundên bi ser Çermûg û Çangûşê ku dêm in avedan bike û avê bibe ser zeviyan. Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pêşketina kerta çandiniyê, piştgirîkirina bi cotyaran û geşedana wan bi projeyên xwe destekê çandinyaran.

Şaredariya Bajarê Mezin û Kargêriya Geşedana Herêmê ya GAPê bi projeyeke hevpar dê 18 gundên bi ser Çermûg û Çangûşê ku dêm in avedan bike û avê bibe ser zeviyan.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pêşketina kerta çandiniyê, piştgirîkirina bi cotyaran û geşedana wan bi projeyên xwe destekê çandinyaran.

Gerînendetiya Şaxa Projeyan û Serokatiya Daîreya Geşedana Gundewarî, projeyeke pêş xist ku bi wê dê 18 gundên dêm ên bi ser navçeya Çermûg û Çangûşê avî bibin.

Proje ji aliyê Kargêriya Geşedena Herêmê ya GAPê ve hate qebûlkirin û bi dabînkirina vê projeyê re dê 18 gundên bi ser Çermûg û Çangûşê avî bibin û berdêla projeyê 18 milyon lîre ye.

“Ser xêrê be”

Protokola projeyê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çiftçi ve hate îmzekirin.

Çiftçi der barê projeyê de got, “Ji bo vê projeya me bi Serokatiya Kargêriya Geşedana Herêmê ya GAPê re îmze kirî, me 12 milyon lîre destek girt. Ji ber piştgiriya wan em spasiya GAPê dikin. Bila ser xêrê be.”

20 hezar û 100 dekar erd avî dibe

Piştî ku projeya Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî bi encam bû dê 20 hezar û 100 hektar erd avî bibe û 1639 cotyarên li gund û gundikên bi ser Çermûgê û 865 cotyarên li gund û gundikên Çangûşê ji vê projeyê sûdemend bibin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan