Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bi xêzên rêyan rêbar bi ewletir in

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo trafîka peya û siwareyan bi ewle bidome xebatek da destpêkirin.

Serokatiya Beşa Veguhastinê, li ser kuçe, cade û bulvarên asfalta wan hatiye kirin û yên xêza rêya peritî xebatên çaksaziyê didomîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, Bulvara Qamişlo û Cadeya Çewlîkê li ser rêyeke 9 km xêzên rêyan ên peritî ji bo kifş bibin ji nû ve xêz dike.

Ekîbên xêzkirina rêyan, li pevgihîştina Bulvara Mezopotamya û Cadeya Nazim Hîkmet ji bo ewlehiya peyayan xêzên derbasbûna peyayan nû kirin.

Xebat, bi Amûra Xêzkirina Rêyan saetên trafik sist ji aliyê ekîban ve hate kirin û ji bo xêz xweştir xuya bikin di xebatê de boyaxa termoplastîk hate bikaranîn.

Serokatiya Beşa Veguhastinê, her weha di rêya Taxa Hantepe ya Yenîşehrê de jî 12 lewheyên trafîkê bi cih kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan