Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Binesaziya Xaniyên AFAD’ê hindik ma

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên ji bo binesaziya Xaniyên AFAD’ê daye destpêkirin, gihande ber dawiyê.

DÎSKÎ, xebata ava vexwarinê, şebekeya kanalîzasyonê û girêdana abonetiyan a ji bo Xaniyên AFAD’ê daye destpêkirin, ji sedî 95 qedand.

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ev xebata binesaziyê li cihê wê seh kir, agahî ji Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî wergirtin.

Karaloglu di daxuyaniya xwe de weha got, “Xebatên me bêrawestan didomin. DÎSKÎ’yê di çarçoveya projeya Xaniyên AFAD’ê yên 500 Evler Gozeliyê de; 4 hezar û 116 metre ava vexwarinê, 3 hezar û 49 metre xeta kanalîzasyonê danî. Ji sedî 95’ê projeyê bi dawî bû. Înşelleh demeke nêzik em ê wan bidin ber xizmeta xelkê xwe.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan